Cenazeyê şehîd Mehmûd bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Şêniyên kantona Hesekê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Mihyedîn (Tevger Mehmûd ) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê spartin axê.

Cenazeyê şehîd Mehmûd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
7 îlon, 2019   17:52
HESEKÊ

Bi sedan şêniyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Mihyedîn (Tevger Mehmûd ) ê dema erka xwe pêk dianî şehîd bibû, ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Merasîm bi deqeye rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir. Piştre Hevseokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bengîn Badînî axivî û got: "Rojane dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkirina herêmên me dixwe, ji ber ku naxwaze ewlehî û demokrasiyê li herêmên me pêk werin."

Badînî girîngiya hevgirtinê di vê pêvajoyê de destnîşan kir û got: "Wekî çawa şehîd Mehmûd ji bo ewlehiya gel şiyar bû, divê em jî ji her gef û êrîşan hişyar bikin. "

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Selah Heneş sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Nirxên şehîdan nayê pîvandin, rêya ku hevalên me şopandine rêya rumet û parastina hebûnê ye."

Heneş di dawiya axaftina xwe de soz şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Hevalên şehîd cenaze di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA