Balafirên artêşa Tirk gundekî Binarê Qendîlê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Qeletukan ê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Balafirên artêşa Tirk gundekî Binarê Qendîlê bombebaran kirin
6 îlon, 2019   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews‘ê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saet 17.30'an de gundê Qeltukan ê ser bi bajaroka Sengerê ya navçeya Pişder bombebaran kirin.

Welatiyên gund ji Rojnews'ê re ragihandin ku ziyana giyanî nebûye, lê gelek bax û eraziyê welatiyan şewitîye.