Çeteyan Tirkiyê ji malbatekê 4 kes revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker îro li gundê Qurtqelatê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ji malbatekê 4 sivîl revandin.

Çeteyan Tirkiyê ji malbatekê 4 kes revandin
Çeteyan Tirkiyê ji malbatekê 4 kes revandin
Çeteyan Tirkiyê ji malbatekê 4 kes revandin
6 îlon, 2019   17:40
EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Efrînê dane ANHA‘yê çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh derengî şevê saet derdora 2‘yan li gundê Qurtqelaq ê navçeya Şerayê ji malbatekê 4 sivîl ravandin.

Li gorî çavkaniyan navê kesên hatine revandin ev in; Mihemed Ehmed Şêx Temo (34), Luqman Mihemed Şêx Temo (20), Mihemed  Şêx Ehmed Temo (45), Îsam Menan Şebabo Temo (35).

Der barê kesên hatin revandin de agahî nehatin zanîn

ANHA