ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.08.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.08.2019
31 tebax, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriyeya Demokratîk paneleke girêdayî projeya meclisê û nêrîna wê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li navenda çand û hunerê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li stada Cezîra Xedra ya bajarê Hesekê bawernamyên mezûbûnê li mamosteyên ku perwerde li akademiyên Şehîd Çiya û Seydayê Têrîj qedadine, tên belavkirin, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi boneya rasthatina Roja Aştiyê ya Cîhanê, Meclisa Edaleta Civakî, Meclisa Edaletê Jinê û malên jin, komîteyên lihevanînê daxuyaniyekê li ber avahiya Meclisa Edaletê ya bajarê Qamişlo dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji şêxên êla Cewala Ebdulrehman El-Reşîd bal kişand ser nameya dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Nameya Ocalan ji bo me cihê serferaziyê ye û asta têkoşîna xwe mezintir dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên kantona Girê Spî yên ku zeviyên wan di bin avê de mane, diyar kirin ku dewleta Tirk bi bilindkirina asta ava çem siyasetên xizankirina herêmê dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- ENKS a ku di sala 2011’an de li Başurê Kurdistanê bi teşvika PDK’ê hat avakirin, tenê ji sala 2016’an heya niha 16 civîn bi dewleta Tirk bi taybetî MÎT’ê re, 12 civîn bi PDK ku MÎT jî tevlî dibû, 4 caran ji bo Pêşmergeyên Roj bi Emerîkayê re lidar xistiye. Di van civînan de ku talîmat li ser talîmatê didin ENKS’ê,  armanca avabûna vê encumenê radixe berçavan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îyad El-Xetîb got: “Bêyî beşdarbûna nûnerên 7 milyon kes, amadekirina destûra nû ne pêkan e. Hejmara niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 milyon û nîv e. Li gorî qanûna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li gel beşdarnebûna hejmareke mîna vê ne mumikine ku destûr were dayîn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, tekez kirin ku di rewşa niha de pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. Jinan bang li partiyên kurdî kirin ku ji bo rizgarkirina 4 parçeyên Kurdistanê yekîtiyê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-5’emîn Mîhrîcana Hunerê ya Zarokan dê sibe li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo destpê bike. Dê 26 tîmên zarokan beşdarî mîhrîcanê bibin. Mîhrîcan dê bi dirûşma ‘Em zarok simbilên jiyanê ne’ were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên navçeya Şedadê dijminatî û destwerdana dagirkeriya Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê red kirin û gotin: “Em ê welatê xwe biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Navendên Tendirustiyê yên ku Komîteya Tendirustiyê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê vekirine, di 6 mehan de  xizmetên bêpere ji zêdetirî 134 hezar kes re pêşkêş kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Navkurê yê girêdayî bajarê Qamişlo azara tunebûna torên kanalîzasyonê û dînamoya avê ya dabînkirina ava vexwarinê, dikişînin. Xizmetên kêm bandor li ser rewşa tendirsutiya gund dikin. Şaredariya Gel jî tekez kir ku gund ji gundên bêserûber e û ta niha ti daxwaz derbarê pirsgirêkên xwe de pêşkêş nekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA