Li Xezayê leşkerekî Îsraîlî û 75 filistînî birîndar bûn

Li ser sînor Xezayê di meşên vegerê de, 75 filistînî, di nav de 18 zarok û 2 jin, birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê got leşkerekî wê jî bi sivikî birîndar bû.

Li Xezayê leşkerekî Îsraîlî û 75 filistînî birîndar bûn
30 tebax, 2019   20:03
XEZA

Nûçegihanê me li ser zimanê Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand: "75 filistînî û ji nav wan 18 zarok û 2 jin bi guleyên zindî û plastîkî yên artêşa Îsraîlê ku avêtibûn meşvanên li ser sînor, cur bi cur birîndar bûn."

Nûçegihan got,  ji birîndaran xebatkarekî tendirustiyê û rojnamegerek hebûn. Her wiha 2 erebeyên ambulansê di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser nuqteyên bijşîkî yên li sînor de, zirar dît.

Nûçegihan bi bîr xist ku artêşa Îsraîlê, guleyên zindî, plastîkî û gaza rondikrêjê avêtine meşvanan.

Aartêşa Îsraîlê îşev ragihand: "4 ciwanên beşdarî meşê bûn, sînorê Xezayê derbas kiriye û bi wan re bombeyên destan û kêr hebûn, hatin girtine."

Filistiyan li Xezayê ji bo meşa îro, navê"Wefadariya ji bo şehîdan" bi nav kir. Desteya berpirsiyar jî tekez kir ku dê meşên heftane li Xezayê bidomînin.

Meşên vegerê û şikandina çemberê li Xezayê di 30’yê Adara 2018’an de dest pê kir. Meş ji bo daxwaza vegera penaberên Filistînê yên ji xaka xwe di 1948’an de koç bûne. Her wiha ji bo şikandina çembera Îsraîlê ya li ser Xezayê ji 12 salan ve ferz kiriye.

(fr)

ANHA