Di bin konê mertalên zindî yê li Serêkaniyê de çalakiyên girseyî

Bertek û çalakiyên gelên herêmê yên li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Her wiha li hember wan gefan şêniyan gelek çalakiyên wek vegirtina konan û çalakiyên mertalên zindî li ser sînor li Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyên û di vê dawiyê de jî li Reqa û Dêrazorê, hatin lidarxistin.

Di bin konê mertalên zindî yê li Serêkaniyê de çalakiyên girseyî
27 tebax, 2019   06:58
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Di bin konê çalakiyê yê li ser Serêkaniyê yê li ser sînor hatiye vegirtin de, bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê beşdar bûn. Şêniyan li hemberî gefan canê xwe kirin mertal. Da ku herêm û destkeftiyên xwe biparêzin û piştevaniya hêzên leşkerî ku ew ji zilma çeteyên DAIŞ’ê û komên çete rizgar kirine, bikin.

Bi hezaran şênî beşdarî konê mertalên zindî bûn

Di dema konvedana li Serêkaniyê ya li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ya meha borî de ku 19 rojan bê navber dewam kiriye, 28 şandeyên partiyên siyasî, endamên tevahî navend, saziyê sivîl û leşkerî bi hezaran şêniyên herêm û bajarên kantonên Hesekê û Qamişlo beşdar bûn. Da ku helwestên xwe ji raya giştî re diyar bikin û tekez bikin ku piştgir û piştevaniya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) dikin.

Stranên şoreşgerî yên cihêreng asta berxwedana li ser sînorê Tirkiyê bilind kirin.

Di çalakiyên mertalên zindî de bi dehan komên stranê ji tevahî herêmên kantonên Hesekê û Qamişlo beşdar bûn.  Koman piştevaniya berxwedêran kirin û moralên wan bi deng û stranan xurt kirin.

Di ber deng û stranên şoreşgerî re beşdaran dîlan û govend gerandin û li rexê jî diruşmeyên şermezarkirina gefên Tirkiyê jî berz dikirin.

Beşdaran parastina xwe kirin

Tenê beşdariya şêniyên herêm û bajarên kantonên Hesekê û Qamişlo çalakî nebûn, gelek çalakiyên dîtir jî pêk dianîn. Bi şev û roj, bi kal û ciwan, bi mêr û jin nobetên parastinê û dewriyeyên çavdêriyê tevî bilindbûna piliyên germahiyê jî pêk dianîn. Da ku parastina beşdar û çalakgerên li ser sînor ji gefên derve û hundir ku dê belkî wan û konê mertalên zindî hedef bigirin, dikirin.

Bi dehan pankart li beramber sînor bûn

Her wiha bi dehan pankart li ser kon û li ser sînorê li hember herêmê bi nivîsên "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re", "Gefên Erdoganê faşîst ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red û şermezar dikin" , "Soz dê xaka me bibe goristana faşîstan", "Na ji dagirkeriya Tirk a bêserûber ji xaka me re" hatin hildan. Heman demê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên partiyên siyasî, hatin daliqandin. Di vê dawiyê de li hember ala Tirkiyê alên QSD’ê, YPG û YPJ’ê û TEV-DEM’ê jî hatin hildan.

Nîşaneyên serkeftinê her tim hildayî bûn

Şêniyên herêm û bajarên kantona Hesekê yên beşdarî konê mertalên zindî bûbûn, li hember sînorê Tirkiyê her tim tiliyên nîşaneya serkeftinê hildan û diruşmên şoreşgerî yên silavkirina berxwedan û QSD’ê berz kirin. Her wiha jî gefên dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikirin.

Banga şêniyan bilindkirina asta têkoşînê bû

Duh di roja çalakiyê ya dawî de, şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “Em ê piştgiriya QSD’ê bikin. Ji bo ew têkoşîna jiyana hevbeş, biratiya gelan ku ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan fêr bûne de, dikin.”

(fr/bm)

ANHA