Artêşa dagirker gundê Soxanekê topbaran dike - Hate nûkirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa dide ber topan.

Artêşa dagirker gundê Soxanekê topbaran dike - Hate nûkirin
25 tebax, 2019   09:50
ŞEHBA

Nûçegihanê me yê herêmê ragihand ku piştî ku balafirên keşfê li ser navçeya Şêrawa geriyan, artêşa Tirk dest bi topbaranê kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku 15 topên obusan li gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa û derdora wê ketine. Di encamê de hindek baxçeyên darên zeytûnan şewitîn.

Artêşa dagirker ji gundê Kîmarê yê Şêrawa yê dagirkirî herêmê topbaran dike.

Li gund niha aramî serwer e.

ANHA