Şam: Artêşa Sûriyê dê "Nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê" rakin

Şêwirmenda Serokê Rejîma Sûriyê Buseyna Şaban anî ziman ku Tirkiyê di pêvajoya dawî de îsbat kir ku destekê dide terorîstan.

Şam: Artêşa Sûriyê dê "Nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê" rakin
24 tebax, 2019   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Buseyna Şaban ji televîzyona Al Mayadeen re got" Tirkiyê lihevkirinên Astanayê pêk nayîne û nuqteyên çavdêriyê veguhestin cihên veguhestina çekan û dagirkirina beşek ji xaka me."

Buseyna Şaban teqez kir ku hêzên rejîmê dê "Nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê" rakin û got: "Nuqteyên Tirkiyê û Cebhet El- Nusra çekan bi hev vedughêzên, xakê dagir dikin û sûcan der heqê gelê Sûriyê de pêk tînin."

Şêwirmenda Serokê Rejîma Sûriyê Buseyna Şaban anî ziman ku "Nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê ya li Morikê di dorpêçê de ye û dê artêşa Sûriyê nuqteyên Tirkiyê û terorîstan ji holê rakin."