Li Serêkaniyê bi dehan kes jehrî bûn

Li herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê bi dehan kes ji ber fêkiyên ku demên dirêj li ber Rokê mabûn xwarin, jehrî bûn.

Li Serêkaniyê bi dehan kes jehrî bûn
Li Serêkaniyê bi dehan kes jehrî bûn
24 tebax, 2019   15:16
HESEKÊ

Li herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ji duh ve 10 kes ji ber fêkiyên ku demên dirêj li ber Rokê mane xwarin, jehrî bûn.

Di nava wan 10 kesan de zarok jî hene. Kesên ku jehrî bûne li Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê tên tedawîkirin.

 Bijîşkên nexweşxaneyê diyar kirin ku bûyera jehrîbûnê ji ber neşûştina baş a fêkiyan çêbûye. Bijîşkan destnîşan kirin ku  rewşa kesên nexweş baş e.

ANHA