Serêkaniyê şehîdê xwe Cemal Ehmed oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şehîd Cemal Ehmed endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê oxir kir.

Serêkaniyê şehîdê xwe Cemal Ehmed oxir kir
Serêkaniyê şehîdê xwe Cemal Ehmed oxir kir
Serêkaniyê şehîdê xwe Cemal Ehmed oxir kir
Serêkaniyê şehîdê xwe Cemal Ehmed oxir kir
Serêkaniyê şehîdê xwe Cemal Ehmed oxir kir
Serêkaniyê şehîdê xwe Cemal Ehmed oxir kir
19 tebax, 2019   11:02
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîd Cemal Ehmed ku duh dema bi erka xwe ya leşkerî radibû û şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst li bajarê Reqayê dişopandin, şehîd bû, ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirt û ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve ketin rê.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir, paşê gelek kes axivîn. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Îdan El-Efîn û bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêrwan Elî axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û berxwedana ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî rêxistinên terorîst nîşan didin, pîroz kir.

Axaftvanan xuya kir ku piştî gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalak bûne. Her wiha axaftvanan soz da ku ew ê di rêya şehîdan de bimeşin da ku serkeftinê qezenc bikin.

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Ferman ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Di nav dirûşmên "Şehîd namirin" de şehîd spartin axê.

ANHA