Welatiyekî ji Efrînê di zindanê de bi îşkenceyê hate kuştin

Piştî salekê ji revandina welatiyê bi navê Hisên Heyder, duh di bin îşkenceyê de di zindana dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de jiyana xwe ji dest da.

Welatiyekî ji Efrînê di zindanê de bi îşkenceyê hate kuştin
19 tebax, 2019   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên El-Hemzat ên artêşa Tirk a dagirker beriya salekê welatiyê bi navê Hisên Heyder ê ji şêniyên gundê Celqî El-Westanî yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê revand.

Hisên Heyder ê 39 salî, zewicî bû û 3 zarokên wî hene, her wiha beriya çend salan nexweşiya gurçikan pê rr hebû.

Hisên Heyder duh di zindaneke dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de di bin îşkenceya li ser destê çeteyên El-Hemzat de jiyana xwe ji dest da.

Çeteyan duh agahî da malbata Hisên Heyder da ku cenazeyê wî wergirin.

Hêjayî gotinê ye ku bi sedan şêniyên Efrînê hîna di zindanên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de ne û binpêkirinên li Efrînê bi hemû cureyên xwe didomin, her wiha çarenûsa girtiyan jî ne diyar e.

(jo)

ANHA