Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê mehek li pey xwe hişt

Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê ya li dijî siyaset û gefên Tirkiyê mehek li pey xwe hişt.

Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê mehek li pey xwe hişt
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê mehek li pey xwe hişt
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê mehek li pey xwe hişt
15 tebax, 2019   11:17
KOBANÊ

Li dijî siyaset û gefên Tirkiyê, bi sedan ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber sînorê Tirkiyê xwe kirine mertalên zindî.

Li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê çalakiyê mertalên zindî di roja 30`yemîn de berdewam dike.

Bi sedan ji şêniyên kantonê, di nav de nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl beşarî çalakiya mertalên zindî bûn ku bi sedên metran dûrî sînorê Tirkiyê.

Çalakiyên mertalên zindî piştî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê welêt û komkirina hêzên leşkerî yên li ser sînorê Sûriyê, pêk hatine.

Çalakî rojane ji aliyê meclisên herêmî ve tê dewir girtin.

Îro jî çalakgeran bi sloganan salvegera 35‘an a pêngava 15`ê Tebaxê silav kirin, ku fîşeka yekem a li dijî dagirkeriya Tirk di sala 1984‘an de hate avêtin.

Beşdaran meheke ji lidarxistina çalakiyan li pey xwe hiştin û sibe derbasî meha xwe ya duyemîn dibin.

(eh)

ANHA