Dewleta Tirk gundên Biradostê bombebaran kirin

Helîkopter û balafirên şer ên dewleta Tirk gundên herêma Biradostê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk gundên Biradostê bombebaran kirin
14 tebax, 2019   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hatiya parvekirin, dewleta Tirk şevê din bi helikopter û balafirên şer gundên Xelîfan, Mîran, Muxan û Xakûrkê bombebaran kiribûn, îro jî gundê Bêrkim ê herêma Biradostê bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de ziyanek mezin bi jîngeha deverê ket.