Li Efrînê revandin, talan û zordarî berdewam e

Li gorî agahiyên ku me ji herêmê girtine, di van du rojên dawiyê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê dîsa sivîl revandin, gelek dar birîn û malbatên çeteyan êrîşî şêniyên resen ên herêmê kirine.

Li Efrînê revandin, talan û zordarî berdewam e
28 tîrmeh, 2019   05:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê gihane destê me artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa agir berda erazî û derdora gundê Birqusê jî topbaran kir. Heman demê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 26’ê Tîrmehê de li gundê Mamila ya girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê gelek kes revandin. Navê hinek kesên ku hatine revandin ev in; Alî Bak, Cafer (paşnav nahat zanîn) Nûrî Kurdî û Îzat Kurdî. Li gori agahiyan kesê bi navê Îzat Kurdî nêzî ENKS’ê ye. Hat zanîn ku ev kes ji aliyê koma çeteyan a bi navê Sultan Mihemed Fetah ve hatine revandin. Di 25’ê Tîrmehê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Basutê yê navçeya Şêrawa şêniyê bi navê Mistefa Mihemed Bahar revandine. 

Di 26’ê Tîrmehê de çeteyên dewleta Tirk li gundê Uga yê navçeya Bilbilê ya Efrînê gelek dar birîne. Di videoyê de jî tê xuyakirin ka çawan daran dibirin. Dîsa çavkaniyan dan diyarkirin ku malbatên çeteyên dagirkeriya Tirk li gundê Meydankê yê navçeya Şera gelek zordariyê li şêniyên resen ên gund dikin. Herî dawî di 26’ê Tîrmehê de kesekî xwe avêtibû ava seda li Meydankê û ew kes di sedê de hatibû kuştin. Li ser wê malbatên çeteyên Tirkiyê êrîş birin ser malên Kurdan û malên wan gulebaran kirin.

Weke din jî li gorî agahiyan duh li herêma Bab, Ezaz û Cerablusê 5 teqîn rû dane. Ji teqîna; yek li navçeya Xandura ya  girêdayî Cerablusê, yek li Babê, yek li navçeya Exderîn a girêdayî Ezazê, yek li Ezazê û yek jî li gundê Til Beta yê girêdayî Babê, pêk hatiye.

(bm)