Di civîna Meclisa giştî de biryarên nû

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya îro de, hevserokek nû ji Desteya Tenduristiyê re diyar kir û qanûna giştî ya Rêveberiya Giştî ya Gimrûkê erê kir.

Di civîna Meclisa giştî de biryarên nû
Di civîna Meclisa giştî de biryarên nû
Di civîna Meclisa giştî de biryarên nû
25 tîrmeh, 2019   14:16
EYN ÎSA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo erêkirina qanûna Gimurkê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro civiya. Di civînê de hevserokek ji Desteya Tenduristiyê re diyar kir.

Civîn li hola civînan a Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê bi tevlibûna hevserokatiya Meclisa Giştî Ferîd Etî û Sîham Qeyro, endamên dîwanê û piraniya endamên meclisê tevî hevseroka Desteya Malî Selwa El-Seyd û Mudirê Giştî yê Gimrukê Mihemed El-Mihemed li dar ket.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre hevserokatiya Meclisa Giştî, hevseroka nû ya Desteya Tenduristiyê da naskirin. Hevseroka nû li şûna hevseroka berê Xîtam El-Cild û li ser pêşniyara Meclisa Rêveber hate erkdarkirin.

Meclisê Alaa Ehmed wek hevseroka nû ji Desteya Tendursiyê re hilbijart. Piştre Alaa Ehmed sond xwar û ji îro de dest bi kar kir.

Alaa Mihemed hevseroka Desteya Tenduristiyê ji bajarê Minbicê ye û ji zanîngeha dermansaziyê derçûye. Her wiha berê wek endamek rêveber di Dermanxaneya Navendî ya Minbicê de xebitî.

Qanûna Gimrukê ya Rêveberiya Xweser ji 11 deriyan û ji 92 bendan pêk tê. Ev bend karê bazirganiyê, kelûpelan, anîn û derxistina kelûpelan ji û ji bo herêmên Rêveberiya Xweser re diyar dike.

(şx)

ANHA