Ciwanên Dêrazorê dest bi hemleya `Bi hev re li dijî madeyên hişbirê` kirin

Îro ciwanên Dêrazorê dest bi hemleya li dijî madeyên hişbirê kirin û bi wê armancê belavok belav kirin. Her wiha ji bo teşwîqkirina werzîşê pêşbaziya bezê organize kirin.

Ciwanên Dêrazorê dest bi hemleya `Bi hev re li dijî madeyên hişbirê` kirin
25 tîrmeh, 2019   15:38
DÊRAZOR

Bi armanca perwerdekirina civakê bi taybet çîna ciwanan, ciwanên Dêrazorê dest bi hemleyekê li dijî madeyên hişbirê kirin. Bi vê armancê belavokên girêdayî asta xeteriya madeyên hişbirê, zirarên wê û bandorên wê yên neyînî li ser civakê,  li ser şêniyên  navçeya El-Kesra û gundê El-Seiwa belav kirin û bi camên dikanan xistin.

Tevî wan çalakiyan, ciwanan pêşbaziya bezê organîze kir. Beşdarên pêşbaziyê ji çarxerêya El-Kesra ber bi çarxeriya El-Seiwa ve piştî ku di nav 3 gundan re bezîn yanî 7 km qut kirin. 75 kes tevli maratonê bûn. Bez li ber çarxerêya Şehîdan a El-Sewa rawestî.

Di dawiya pêşbaziyê de çavdêrên hemleyê 3 kesên destpêkê ku bi serketine bi qemîsên ku nivîsa `Bi hev re li dijî madeyên hişbirê` hatiye nivîsandin xelat kirin û kesê ku di pileya yekemîn de bi serketiye bi miqdarek pere xelat kir.

Girêdayî mijarê hevseroka Yekîtiya Ciwanan a Dêrazorê Leyla Ehmed destnîşan kir ku wan bi armanca zanakirina ciwanan da ku bikevin ferqa zirarên madeyên hişbirê yên derûnî, tenduristî û civakî, dest bi hemleya xwe kir.

(şx)

ANHA