Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Taha Elî El-Feyad bi merasîmekê li goristana Şehîd Sêvdar hate veşartin.

Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Taha Elî hate veşartin
18 tîrmeh, 2019   17:38
REQA

Welatiyên herêma Kerama ya gundewarê rojhilatê Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Taha Elî El-Feyad ê dema li ser erka xwe bû şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li goristana şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdaet ê gundewarê rojhilatê Reqayê spartin axê.

Girseya welatiyan cenazeyê şehîd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekê erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi goristana şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdaet bi rê ketin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Meter El-Şexel û bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl El-Hiwêcê axivîn. Di axaftinana de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û rola şehîdan a rizgarkirina gel ji terorê hate destnîşankirin. Kesên axivîne, li hemberî hewldanên derxistina tevliheviyê banga yekitiyê li gelê herêmê kirin.

Nasnameya şehîd ji aliyê rêvebira Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna El-Elî ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Hevalên şehîd cenazeyê di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA