Moşekek li navenda bajarê Helebê ket

Îro moşekek li dora El-Qesir El-Beldî ya li navenda bajarê Helebê ket. Di encamê de pitikek birîndar bû. Rewşa pitikê xeter e.

Moşekek li navenda bajarê Helebê ket
14 tîrmeh, 2019   13:45
HELEB

Çavkaniyan agahdar ji ajansa me re diyar kirin ku îro mûşekek li dora El-Qesir El-Beledî ya li navenda bajarê Helebê ket. Jêdera moşekê ya komên çeteyan ên ku li dora herêma El-Mensûra li rojhilatê bajêr bi cih bûne, ye.

Di encama êrîşê de pitikek birîndar bû û rewşa wî xeter e. Tevî zirarên madî ku li dora cihê ketina moşekê çêbûne.

Ev ne cara yekemîn e ku komên çeteyan bi zanabûn bajarê Helebê topbaran dikin.

(şx)

ANHA