Dewleta Tirk agir bi daristanên Efrînê xist

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daristanên çiyayê Qaziqlî û daristanên gundê Hecîka yên kantona Efrînê şewitandin. Şêniyan bi derfetên xwe yên heyî şewat vemirand.

Dewleta Tirk agir bi daristanên Efrînê xist
13 tîrmeh, 2019   08:22
EFRÎN

Bi hewldana wêrankirina xwezaya Efrînê, duh dagirkeriya Tirk agir bi daristanên çiyayên Qaziqlî û gundê Hecîka yên navçeya Reco xist.

Çavkaniyên ji Efrînê diyar kir ku di dema pêxistina agir de şêniyan bi rêya alavên destpêkê lez daye ku agir vemirînin.

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ta niha nêzî 15 hezar hektar zeviyên Efrînê ji dema dagirkirinê ve, şewitandin.

(fr)

ANHA