Erdogan binketin qebûl kir

Serokkomar Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan têkçûna namzetê partiya xwe yê Stenbolê qebûl kir û got Îmamoglu bi serketiye.

Erdogan binketin qebûl kir
23 hezîran, 2019   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomar Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan têkildarî hilbijartina Stenbolê ya nû bû li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da. Erdogan têkçûyîna namzetê partiya xwe yê Stenbolê Bînalî Yildirim qebûl kir û wiha got: “Ez hêvîdarim wê encamên hilbijartina Stenbolê ji xêran bibe wesîle. Vîna millî îro carek din xwe da xuyakirin. Li gorî encamên nefermî Ekrem Îmamoglu bi ser ket. Ez wî pîroz dikim.”