Artêşa Tirk bi hawan û obusan herêma Metinayê bombe dike

Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan herêma Metîna a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike.

Artêşa Tirk bi hawan û obusan herêma Metinayê bombe dike
23 hezîran, 2019   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF,  îro ji saet 14:00’an ve artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan derdora gundê Bêdehê û Derîşk yên Metînayê bombebaran dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji ANF`ê re diyar kir ku di encama bombeberanê de zirarek mezin gihişte bax, baxçeyan û bombeberan didome.