Rojnews: Supay Barzan parastina baregehên leşkerên Tirk dike

Li gorî nûçeya Rojnews, hêza pêşmergeyan a bi navê "Supay Barzan" ên girêdayî PDK'ê bi rêveberiya Behzad Barzanî li gundê Helane parastina baregehên leşkerên Tirk dike.

Rojnews: Supay Barzan parastina baregehên leşkerên Tirk dike
23 hezîran, 2019   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Helane ya bajaroka  Şêrwana Mezin a Hewlêrê çend navendên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Ji bo pêşî li serhildana welatiyan a li dijî dagikeriya Tirk bigirin, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşmergeyên partiya xwe yên bi navê 'Supay Barzan' ji bo parastina wan navendan erkdar kir.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji herêmê, Supay Barzan bi fermandariya Behzad Barzanî  çend roj in ji bo parastina baregehên leşkerên Tirk li wir hatine bicihkirin.

Li gorî heman çavkaniyan, armanca PDK'ê ew e ku navendên leşkerî yên Tirkiyeyê ji nerazîbûn û bertekên xelkê herêmê biparêzin. Bi taybet piştî ku 25'ê Çile ya îsal de xelkê Şêladizê li dijî baregehên Tirkiyeyê rabûn serhildanê û baregehên wan şewitandin. PDK'ê ji bo parastina baregehên Tirkiye kete nava tevgerê de.

(kc)