Li Serêkaniyê dewreyên pêşxistina behreyan ji xwendekaran re tên vekirin

Rêveberiya Dibistanên Serêkaniyê dewreyên havînê ji xwendekarên qonaxa seretayî re, vedikin. Di dewreyan de refên lîstokê û waneyên fêrbûna zimanan hene.

Li Serêkaniyê dewreyên pêşxistina behreyan ji xwendekaran re tên vekirin
Li Serêkaniyê dewreyên pêşxistina behreyan ji xwendekaran re tên vekirin
Li Serêkaniyê dewreyên pêşxistina behreyan ji xwendekaran re tên vekirin
Li Serêkaniyê dewreyên pêşxistina behreyan ji xwendekaran re tên vekirin
23 hezîran, 2019   13:18
HESEKÊ

Bi armanca geşkirina behreyên xwendekar û sûdgirtina ji demên valahiyên hevînê, Rêveberiya Dibistanên bajarê Serêkaniyê dest bi vekirina dewreyên hevînê kirin. Dewre ji xwendekarên qonaxa seretayî re hatin vekirin.

Rêveberiya Dibistanan, dibistana Kêfork a li navenda bajêr ji dewreyên havînê re diyar kir. Li gor Rêveberiya Dibistanan, di dewreyan de dê hemû cureyên hunerê; weke mûzîk, şano, wênexêzî, stranbêjî û dîlan û li rexê jî fêrbûna bi zimanên Erebî, Kurdî û Îngilîzî werin dayîn.

Ji îro de qeydkirinê dest pê kir. Dê dewama dewreyên havînê di 25’ê Hizêranê de destpêbike û heya meha Îlona îsal dê berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de rêveber Emar Erdam got ku armanc ji rêxistinkirina dewreyên havînê ew e ku behreyên xwendekaran pêş bixin.

(fr)

ANHA