Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
18 hezîran, 2019   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ozgur Faîk Erol, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Cengiz Yureklî, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê, cara duyemîn di 22’yê Gulanê de û herî dawî jî, di 12’ê Hezîranê de bi Ocalan re hevdîtin kirin.