`Agirê Erdogan her tişt şewitandin û cîhan bêdeng e`

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd gotin: “Tiştê ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê pêk tîne, ji qutkirin û şewitandina daran, şewitandina mewsima çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûrî hemû ol û zagonên navnetewî ne. Em bêdengiya navnetewî şermezar dikin.”

`Agirê Erdogan her tişt şewitandin û cîhan bêdeng e`
18 hezîran, 2019   06:03
HELEB – HENAN MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  rêzebinpêkirnên xwe yên li ser şêniyên Bakurê Sûriyê didomînin. Dewleta dagirker û çeteyên wê li Efrînê darên zeytunê, li herêma Firatê û Cizîrê jî ceh û genime şêniyan şewitandin.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kiryarên dagirkeran şermezar kirin û raya giştî ya navnetewî ku li dijî van kiryaran bêdenge şermezar kirin.

Welatiya bi navê Cîhan Şêxo li ser komploya dewletan û bêdengiya wan ji hemû kiryar û zirarên ku dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê dide meşandin wiha got: “Dagirker, ne tenê herêm dagirkirin, niha jî herêmên din ên Bakurê Sûriyê dişewitînin. Dagirkeriya Tirk bi rêya van kiriyarên xwe hewl dide îradeya gelên herêmê bişkîne. Lê ew nizan e ku em gelekî berxwedêrin. Weke çawa me li Şêxmeqsûd di nav dorpêçê de liber xwe da, em gavekê ji daxwazên xwe paşde navêjin heta ku xakên me rizgar bibin."

Ciwanê bi navê Ehmed Hisên jî got: “Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê dikin, ji kuştin, talan û dizînê pêk tîne. Heta heta xwaza û berhemên çandiniyê jê nefilitîn, her tişt li pêşiya çavê cîhanê rû dide."

Hisên diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirkiyê têkbirina nasnameya Kurd e û vejînkirina desthilatdariya Osmaniyan e. Hisên ji gelên herêmê xwest ku  li dijî kiryarên Erdogan rabin serhildanê.

Di dirêjiya axaftina xwe de, Hisên wiha got: "Kanî Netewên Yekbûyî û Mafên Mirovan?, mafê gel tê binpêkirin û rastî komkujî û binpêkirinan tên."

Welatiyê bi navê Hisên Ibrahîm got ku agirê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê xêra herêmê û keda şêniyan dixwe û got: "Tevî barîna baranê ya vê salê ku gel pê kêfxweş bû, lê agirê Erdogan her tişt şewitandin û cîhan bêdeng e."

Şêx Ismayîl Qemko destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi van kiryarên xwe hewl dide biratiya gelan û jiyana hevbeş têk bibe. Qemko got: “Tu têkiliya Erdogan bi îslamê tine ye, şewitandina sinbilên genim yek ji cezayên mezin e ku tu ol wê qebûl nakin.”

(jo)

ANHA