Spûtnîk: Tirkiye bi moşekên Tao û Cornet destekê dide terorîstan

Ajansa Spûtnîkê ya Rûsyayê got Tirkiye moşekên Tao û Cornet dane terorîstên li bakurê rojavayê Sûriyê û tekez kir ku balafireke Sukhoi hate hedefgirtin, lê pîlot xwe ji moşekekê xelas kir.

Spûtnîk: Tirkiye bi moşekên Tao û Cornet destekê dide terorîstan
14 hezîran, 2019   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Spûtnîkê ya Rûsyayê ragihand ku terorîstên li Idlibê bi moşekan balafira Sukhoi kir hedefa xwe.

Nûçegihanê ajansê wiha got: "Piştgiriya Tirkiyê ji komên çekdar re, di demên dawîn de êdî diçe aliyekî din, ew bi moşekên Tao û Cornet û çekên li dijî balafiran desteka wan tê kirin."

Ajansê tekez kir ku beriya çend rojan Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst dema balafira Sukhoi ya şer di ser asîmanê gundewarên Hemayê re diçû, kir hedefa xwe, lê ji ber zanabûna pîlot, dikaribû bê zirar dakeve xwarê.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) di 7`ê Hezîrana 2019’an de ragihand ku wan balafireke şer a rejîmê li eniyên gundewarên bakurê Hemayê aniye xwarê, di dîmenên ku belav kiribûn de, ketina balafirê xuya dikir.