Topbarana çeteyên Tirkiyê gihîşt navçeya Til Rifat

Topbarana çeteyên dewleta Tirk a li ser gundê Malikiye û Şewarxe yên navçeya Şera gihîşt navçeya Til Rifat ku bi hezaran sivîl têde dijîn.

Topbarana çeteyên Tirkiyê gihîşt navçeya Til Rifat
14 hezîran, 2019   12:36
ŞEHBA

Di dema ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Malikiye û Şewarxe yên navçeya Şera topbaran dikin, çete di van kêliyan de ji bajarê Ezaz navçeya Til Rifat ku zêdeyî 25 hezar sivîl têde dijîn, topbaran dike.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê bi top û hawanan, topbaran dike.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a 4`ê Hezîranê li ser navçeyê sivîlek hate kuştin û 4 jî birîndar bûne.

(bx)

ANHA