Muxalîfên Erdogan li pêşiya CNN’ê xwepêşandan li dar xistin

Bi dehan muxalîfên siyaseta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan xwepêşandanek li pêşiya navenda CNN’yê a Amerîkayê li bajarê Atlanta li wîlayeta Georgia li dar xist, ji ber ku CNN Turk bi awayekî yekalî tev geriyaye.

Muxalîfên Erdogan li pêşiya CNN’ê xwepêşandan li dar xistin
11 hezîran, 2019   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Bloomberg a Amerîkayê di raporeke xwe de da zanîn ku şaxê CNN’ê ya li Tirkiyê ‘CNN Turk’ rastî gelek rexneyên muxalîfên Tirk tê, ji ber ku dûrî rastiyê ye û nûçeyên ji bo alîgiriya serokê AKP`ê Erdogan diweşîne.

Partiya opozîsyonê ya Tirkiyê CHP`ê, xwepêşandan li pêşiya navenda CNN’ê ya li Atlanta, Newyork û Koşka Spî li dar xistin. Xwepêşandêran tekez kir ku televîzyon bûye zimanê AKP’ê û Erdogan û îdiayên derew li ser muxalîfên li Tirkiyê diweşîne.

Yurter Ozcan nûnerê CHP’ê li DYA`yê, di daxuyaniyê de got xuya ye kanala CNN Turk, di belavkirina nûçeyên derew û nerast de dewam dike û piştgiriya hikumeta Erdogan di xebatên ku têkiliyên wê bi rojnemevaniyê tune ye, dike.

CNN Turkê axaftina li ser mijarê red kir.

(jo/kc)