Opozîsyona Sûdanê ji bo meclisa demkî û serokatiya hikumetê endam amade kirin

Deklarasyona Azadî û Guhartinê a ku oposzîsyona Sûdanê bi rê ve dibe, kifş kir ku 8 nav ji bo endamtiya meclisa demkî û kesayetekî aborînas ji serokatiya hikumetê re diyar kirine û ev jî li gorî pêkanîna plana navbeynkariya Etiyopyayê ye.

Opozîsyona Sûdanê ji bo meclisa demkî û serokatiya hikumetê endam amade kirin
11 hezîran, 2019   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Deklarasyona Azadî û Guhartinê ya opozîsyona Sûdanê ji ajansa Reutersê re ragihand ku opozîsyonê 8 nav ji bo endamtiya meclisa demkî û aborînasekî navdar ji bo serokatiya hikumetê diyar kirine.

Plan li gorî pêşniyara ku serokwezîrê Etiyopyayê Abî Ehmed di serdana xwe ya hefteya borî li Xertûmê de bi armanca navbeynkariyê, dimeşe. Ev jî dê bibe alîkariya şikandina nakokiyên di navbera Meclisa Leşkerî û opozîsyona sivîl de da ku bibe armanca veguhastina ber bi demokratîkbûnê ve.

Meclisa demkî dê ji 15 endaman pêk bê, 8 jê sivîl in û 7’ên din jî ji serbazên artêşê ne û dê welat di pêvajoya demkî de bi rê ve bibin.

Nakokî li Sûdanê piştî hêzên ewlekariyê protestoya li naverasta paytextê beriya hefteyekê bi kuştina bi dehan çalakgeran ji hev xist, zêde bû. Li rexê jî opozîsyonê îsyana sivîl ragihand û bi wê re jî jiyana li Xertûmê tevlihev bû.

Çavkaniyekî ku navê xwe zelal nekiriye, ji Reutersê re ragihand ku dê 8 endaman ji bo meclisa desthilatê ku jê 3 jin in, hilbijêrin.

(fr/kc)