Trump dest bi serdana xwe ya li Brîtanyayê kir

Serokê DYA’yê Donald Trump dest bi serdana xwe ya li Brîtanyayê kir ku aloziya siyasî lê rû dide. Serdan dê 3 rojan dewam bike.

Trump dest bi serdana xwe ya li Brîtanyayê kir
3 hezîran, 2019   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tevî hevjîna xwe Melania Trump îro berê xwe da Brîtanyayê û dê li qesra Buckingham bêne pêşwazîkirin beriya ku xwarinê bi şahbanûya Brîtanyayê re bixwin.

AFP`ê diyar kir ku dê Trump dê bi taybet balê bikişîne ser têkiliyên taybet ên Brîtanya û DYA’yê ku beriya niha rastî gelek ezmûnan hatin, di nav de gelek dosyayyên têkildarî Îranê ku Brîtanya parastina hevpeymana nukleerî ya bi wê re dike û mijara ekolojiyê.

Washington zextê li Londonê dike da ku şîrketa teknolojiyê Huawei ya Çînê ji şebekeya ra ‘5G’ dûr bixe.

Trump duh got  derfeta wan a ku bibin hevkarên bazirganiyê yên Brîtanyayê heye û amadekariya xwe ji bo dan û standinan der barê hevpeymana pevguhartinê bi awayekî azad di navbera her du welatan de,teqez kir.

Di serdana Trump a di Tîrmeha 2018`an de, bi deh hezaran kes daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin.

(jo)