Malbatan ji bo ku di cejnê de biçin Îmraliyê serlêdan kir

Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê, ji bo ku di cejna Remezanê de xizmên xwe bibînin, serî li serdozgeriyê da.

Malbatan ji bo ku di cejnê de biçin Îmraliyê serlêdan kir
3 hezîran, 2019   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi wesîleya cejna Remezanê bikare biçe grava Îmraliyê, bi rêya parêzerên xwe serê sibehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê da û xwest bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.