‘Şehîdên me paşeroj û pêşeroja me ronî dikin’

Beşdarên konê sersaxiya malbata şehîd Dilşêr Qamişlo diyar kir ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhateyên herêmê berdêl dane, her wiha şehîdên wan rêya demokratîkbûnê ronî kiriye û li ser bingeha nirx û pîvanên felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîvanên mirovahiyê derbas kirine.

2 hezîran, 2019   12:42
QAMIŞLO

Îor bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê di bin konê sersaxiyê de ku li taxa Mehetê ya bajarê Qamişlo hate vedan, sersaxî ji malbata şehîd Dilşêr Qamişlo (Mihemd Norî Xidir) re xwest.

Şehîd Dilşêr Qamişlo endamê Erka Xweparastinê bû û di 29`ê meha Gulanê de di pêngava paqijkirina şaneyên çeteyan ên veşartî de li Dêrazorê şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, şervanên Hêza Erka Xweparastinê, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPG û partiyên siyasî hate birêvebirin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Mihemed Nûrî, wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Erka Xweparastinê, Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG, YPJ û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Di bin konê sersaxiya ji malbata şehîd re rêvebera Meclisa Malbaên Şehîdan Diljîn Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Bi saya şehîdên me yên birûmet, em bûne aşiqên demokrasiyê û me pîvanên mirovahiyê li ser bingeha felsefeya rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan derbas kiriye."

Diljîn di dewama axaftina xwe de got: "Şehîdên me bi hemû pêkhateyên xwe ve şêniyên me ne, ji bo îro û pêşerojê em ji wan fêrî rêya ronî dibin."

Diljîn Hisên got li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhateyan berdêl dane.

Di dawiyê de li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Qamişlo fermandêr Cîhad Qamişlo axivî û got: “Em wek Hêzên Ewlehiya Hundirîn di hemû kêliyan de amade ne ku li dijî hemû kesên ku hewldana têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê dikin, bisekinin û wiha pê de çû: "Em li dijî teror û hêzên tarî yên dijber ku hewldana wêrankirin û desteserkirina destkeftiyên gelan dikin ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, tê dikoşin."

Tê payîn ku merasîma konê sersaxiya ji malbata şehîd Dilşêr Qamişlo re heta saetên êvarê berdewam be.

(eh)

ANHA