Artêşa Tirk li Eyn Dîwarê zeviyan dişewitîne

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Eyn Dîwar guleyên teqandinê li beyaran reşandin, di encamê de şewat pêk hat. Şênî di metirsiyê de ne ku şewat bighêje zeviyên çandiniyê.

Artêşa Tirk li Eyn Dîwarê zeviyan dişewitîne
Artêşa Tirk li Eyn Dîwarê zeviyan dişewitîne
Artêşa Tirk li Eyn Dîwarê zeviyan dişewitîne
Artêşa Tirk li Eyn Dîwarê zeviyan dişewitîne
26 gulan, 2019   15:52
QAMIŞLO

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk  a dagirker ên li ser sînor danê piştî nîvro guleyên teqandinê avêtin beyarên gundê Eyn Dîwar ê Dêrikê ji ber wê dar û gîhayên hişk şewitîn. Şêniyên gund berî dane cihê agir da ku bitefînin beriya ku bighêje zeviyên çandiniyê.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule bi aliyê gund ve direşînin û nahêle kes nêzî zeviyê xwe bibe, lew re rûbreke berfireh nehatiya çandin.

ANHA