Li Musîlê teqîn: 5 mirî û 8 birîndar

Wesayîtek bombebarkirî li bajarokê Rebîa ya ser bi parêzgeha Musilê teqiya, li gorî zanyariyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji destdan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li Musîlê teqîn: 5 mirî û 8 birîndar
26 gulan, 2019   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wesayîtek bombebarkirî li nava bazara bajarokê Rebîa ya ser bi parêzgeha Musilê teqiya.

Li gorî serçaveyên ewlehiya Iraqê eşkere kirîn, teqîn bi rêya wesayîtek barhilgir ya ji cûrê Kia ku hatibû bombebarkirin pêkhatiye.