18‘ê Gulanê li Serêkaniyê hate bi bîranîn

Li herêma Serêkaniyê, Roja Şehîdan û şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi merasîmekê hate bibîr anîn.

18‘ê Gulanê li Serêkaniyê hate bi bîranîn
18‘ê Gulanê li Serêkaniyê hate bi bîranîn
18‘ê Gulanê li Serêkaniyê hate bi bîranîn
18‘ê Gulanê li Serêkaniyê hate bi bîranîn
18 gulan, 2019   16:07
HESEKÊ

Merasîmê bîranînê li Goristana Şehîdan a li taxa Zeredeşt ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên YPG û YPJ‘ê ji fermandarên YPG‘ê Yaşar Serêkaniyê axivî û got: "Em di pêvajoyeke hestiyar de derbas dibin, dewleta Tirk û çeteyên wê gefan li herêmên bi bixwîna şehîdan hatin rizgarkirin, dixwin."

Yaşar Serêkaniyê soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Wekî hêzên leşkerî em gefên li ser herêmên xwe qebûl nakin. Em soz didin ku em ê şopdarên şehîdan bin û destkeftiyên bi xwîna wan hatine qezenckirin biparêzin û Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin."

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Qedo jî got: "Şehîd minareya ronahiya gelan e û bingeha azadî û jiyaneke bi rumet diafirînin."

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA