Xwepêşandan li Um Dirman a Sûdanê rû didin

Bi dehan şêniyên Sûdanê xwepêşandan li bajarê Um Dirman li dar xistin û dolap şewitandin.

Xwepêşandan li Um Dirman a Sûdanê rû didin
14 gulan, 2019   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`ê ragihand ku xwepêşandêr li bajarê Um Dirman ê Sûdanê daketin kolanan û li paytexta Sûdanê gelek dolap şewitandin.

Xwepêşandêr li taxa El-Ebasiyê û El-Erdê yên Um Dirman kom bûn û dirûşmên li dijî Meclisa Leşkerî berz kirin.

Şahidên bûyerê diyar kir ku li kolana El-Erdê xwepêşandêran agir bi dolapan xist û hin kolan girtin, her wiha leşker li hemû cihan belav bûne.

Meclisa Leşkerî û Komîteya Tenduristiyê ya Navendî ya Sûdanê ragihand ku efserek û 5 xwepêşandêr di gulereşana li qada xwepêşandanê ya derveyî navenda Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûdanê li navenda Xertûmê hatin kuştin.