Xwendekarên Helebê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Xwendekarên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî meşek li dar xist.

Xwendekarên Helebê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Xwendekarên Helebê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Xwendekarên Helebê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Xwendekarên Helebê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Xwendekarên Helebê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
14 gulan, 2019   13:05
HELEB

15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Bi vê boneyê Komîteya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê meşek li dar xist. Meş ji ber Dibistana Şehîd Alan Mihemed a rojhilatê taxê dest pê kir.

Bi sedan xwendekarên dibistanan û mamoste tev li meşê bûn.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Dayika min a ku ez fêrî zimanê bav û kalan kirim", "Ziman bingeha hebûnê ye", "Bê ziman jiyan nabe" hatin hildan.

Dibistan li Çerxerêya Şehîd Destîna veguherî mitîngê. Di mitîngê de KPC-Demokratîk daxuyaniyek bi zimanê kurdî û erebî da. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Mehmûd û Rosêl Seydo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji mafê wan e ku parastina zimanê xwe bikin û hat gotin zimanê kurdî her çi qasî rastî qirkirin û helandê were jî dê bimîne û her hebe.

Paşê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî xwendekar, mamoste û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Mitîng bi dirûşman bi dawî bû.

(bx)

ANHA