Şêniyên Tebqayê: Em ê bi îradeya gelan Efrînê rizgar bikin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku Efrîn parçeyek ji xaka Sûriyê ye û dê ji dagirkeran rizgar bibe.

Şêniyên Tebqayê: Em ê bi îradeya gelan Efrînê rizgar bikin
28 nîsan, 2019   11:59
TEBQA

Bi dehan endamên meclisan û saziyên sivîl û malbatên şehîdan îro li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê kom bûn û bi daxuyaniyekê lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji Sûriyê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Medîha El-Mistefa hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê li hember dagirkeriya dewleta Tirk bê deng nemînin û hemû sînorên ku çeteyan danîne, hilweşînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku Efrîn parçeyeke ji xaka Sûriyê ye ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, tevî hemû hewldanên qutkirina Efrînê ji Sûriyê jî dê dagirkerî berdewam neke û herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dê rizgar bibin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.

(jo)

ANHA