Îsraîlê 2 girtiyên ji Sûriyê serbest berdan

Îsraîlê ragihand ku 2 girtiyên ji Sûriyê serbest berdan û di Dergeha Quneterayê re hatin radestkirin. Ev yek jî piştî ku rejîma Sûriyê termê leşkerê Îsraîlê bi navbeynkariya Rûsyayê di destpêka vê mehê de radest kir, pêk hat. Armanc ji vê yekê jî hewldana Rûsyayê ya başkirina têkiliyên rejîma Sûriyê û Îsraîlê ye.

Îsraîlê 2 girtiyên ji Sûriyê serbest berdan
28 nîsan, 2019   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro desthilata Îsraîlê 2 girtiyên ji Sûriyê berdan û di Dergeha Quneterayê re ya sînorê Îsraîl û Sûriyê hatin radestkirin.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê diyar kir ku 2 girtiyên Sûriyê Zêdan Tewîl û Xemîs Ehmed ên ku hatine berdan, bi rêya Dergeha Quneterayê dê bigihînin Sûriyê.

Desteyê diyar kir ku piştî vegerandina bermahiya termê leşkerê Îsraîlê Zakariya Baumale li Îsraîlê destpêka vê mehê de bi navbeynkariya Rûsyayê û yê ku di şerê Siltan Yeqûb de beriya 37 salan hatiye kuştin, 2 girtiyên Sûriyê serbest hatin berdan.

Desteya Weşanê bi bîr xist ku wezîrê edaletê Lillit Shaked û serokê dewletê Rivlin Rivlin efûkirina her du girtiyan mohr kir. Lê ev yek jî piştî erêkirina şêwirmendê qanûnî ya hikumeta Îsraîlê Avichai Mandelblit pêk hat.

Berpirsekî Îsraîlê ji ajansa AFP’ê re tekez kir ku gavavêtina serbestberdana 2 dîlgirtiyan destpêkirina niyetên baş e ku piştî termê leşkerê Îsraîlê Zakariya Baumale li welat vegerî.

Ji aliyekî din ve jî nûnerê Rûsyayê yê Sûriyê Aleksander Lavrentiev tekez kir ku li beramberî berdana 2 dîlgirtiyên Sûriyê, termê leşkerê Îsraîlê bû.

Di 3’yê Nîsanê de artêşa Îsraîlê ragihand ku termê Zakariya Baumale yê ku di şerê Lubnanê de sala 1982’yan winda bûye, hate vegerandin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di dema serdana Netanyahu ya Moskovê de ragihand ku ji hêla artêşên Rûsya û Sûriyê ve termê leşker hatiye dîtin.Lê piştî çend rojan wezîrê ragihandinê yê rejîma Sûriyê Îmad Sara tekez kir ku welatê wî agahiyên der barê vedîtina termê leşker û vegerandinê de nizane.

Li aliyekî din jî Rûsya hewl dide ku rejîm û Îsraîl li ser hesabê hebûna Îranê yê ku ji vê nerazî ye, bigihîne hev.

(fr)