Li navenda Efrînê teqîn

Di nava çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li navenda bajarê Efrînê teqînekê rû da. Di encama teqînê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li navenda Efrînê teqîn
28 nîsan, 2019   12:01
EFRÎN

Nûçegihanê ajansa me daxuyand ku di encama teqîna li navenda Efrînê de gelek kuştî û birîndar di nava çeteyan de çêbûne lê belê hejmara wan nehate zanîn. Hate zanîn ku hinek ji birîndaran rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê.

Her wiha nehate zanîn bê ka teqîn ji ber çi çêbûye û ji aliyê kê ve pêk hatiye.

ANHA