Reşandina dermanên kelmêşan li Şehbayê dest pê kir

Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê dest bi reşandina dermanên kelmêş û pêşiyan kir. Her wiha nêzî 2 hezar rewşên nexweşiya laşmanyayê li kantonê hatin tespîtkirin.

Reşandina dermanên kelmêşan li Şehbayê dest pê kir
Reşandina dermanên kelmêşan li Şehbayê dest pê kir
Reşandina dermanên kelmêşan li Şehbayê dest pê kir
Reşandina dermanên kelmêşan li Şehbayê dest pê kir
28 nîsan, 2019   09:50
ŞEHBA

Bi hatina werza biharê û germahiyê re li kantona Şehbayê kelmêşên bizirar zêde dibin. Di encamê de nexweşiya laşmanya anku “heba Helebê” derdikeve. Heta niha li kantobê 2 hezar kes û jê zarokên kêmî 15 saliyê pê ketine.

Li gorî serjimariya ku Heyva Sor a Kurd li Mezarîh Helîsa 90, Helîsa 180, Til Şiîr 410, Til Rifatê 25, Ehrezê 75, Kampa Berxwedan 100, Kampa Serdemê 45, Fafînê 310, navenda navçeya Fafînê 750 û Şêrawa jî 15 rewşên laşmanyayê hene.

Karkerên ku hatine erkdarkirin, rojê 250 lître dermanên kelmêşan bi alavên piştê û traktoran li nava dar, kolan û kampan direşînin.

Di vê derbarê de endamê rêveber ê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Mihemed Elo bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku dermanên baş pêşkêş bikin, ji ber ku yên heyî zêde bi kêrî tunekirina kelmêşan nayên.

(fr)

ANHA