SYPG: Em têkoşîna karkeran bikin yek

SYPG’ê bi boneya 1’ê Gulan’ê diyar kir pêşeroja hemû karker, kedkar û neteweyên bindest girêdayî hev e û dive rizgarbûn, azadî û pêşeroja karkeran jî yek be.

SYPG: Em têkoşîna karkeran bikin yek
28 nîsan, 2019   09:38
QAMIŞLO

Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan (SYPG) îro li ber Şaredariya Qamişlo ya taxa Şerqî têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê  daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê di 1’ê Gulanê de têkoşîna hemû karker û gelên cîhanê bibe yek.

Beriya daxuyaniyê nûnera SYPG’ê Bêrîtan Asya çalakiyên grevên birçîbûnê silav kir û endamê SYPG’ê Ronî Qamişlo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev roj derveyî cejna karkeran di heman demê de rojeke dîrokî ya berxwedanê ye û ev tişt hate gotin: “Piştî şoreşa Rojava di salên dawîn de 1’ê Gulanê ji aliyê saziyên şoreşê ve bi awayekî girseyî tê pîrozkirin. Gelê Kurd wek neteweyeke bindest û wek neteweyeke ku ax, ziman, çand û dîroka xwe hatiye dagirkirin,  bi qasî ku em xwedî li Newroz, 8’ê Adarê û hwd derdikevin, divê em xwedî li roja 1’ê Gulanê jî derkevin û di rojeke wiha enternasyonal de têkoşîna xwe bi têkoşîna hemû karker û gelên cîhanê re bikin yek. 1’ê Gulanê pirek e ku şoreşa me girê dide têkoşîna tevahiya gelên hemû cîhanê.”

Rizgarbûn, azadî û pêşeroja me yek e

Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li 1’ê Gulanê kirin û wiha hate gotin: “Gelên Ereb, Suryan,  hemû ol û bawerî, jin û ciwanên ku azadiya xwe dixwazin, pêwîst e bi awayekî xurttir li vê rojê xwedî derkevin.  Îro çav û guhên hemû gelên cîhanê û çînên bindest li ser şoreşa Rojava ne. Ji ber ku şoreşa Rojava bi taybetmendiya xwe ya gelperêz û demokratîk îro rêya azadiyê nîşanî hemû mirovahiyê dide. Pêşeroja hemû karker, kedkar û neteweyên bindest girêdayî hev e. Rizgarbûn, azadî û pêşeroja me yek e. Ji ber vê em bi tevger û birêxistinbûna xwe dikarin şoreşa xwe bizivirînin rizgarî û azadiya gelên Rojhilata Navîn û proleteryaya cîhanê.”

Bi têkçûna DAIŞ’ê re ber bi 1’ê Gulanê ve

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi têkçûna DAIŞ’ê re ev roj bi watetir dibe û gotin: “Em di pêvajoyeke ku bi pêşengiya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê hemû xaka Sûriyê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin û bi têkçûna DAIŞ’ê re ber bi 1’ê Gulanê ve roja yekitî, têkoşîn û piştgiriyê ve diçin. Niha erka ku li ser milên me bi qasî parastina leşkerî ya şoreşê pêwîstiya me bi xurtkirina avakirina şoreşê heye.  Em roja 1’ê Gulanê li hemû karker, kedkar û gelên bindest pîroz dikin.  Ji bo serkeftina şoreşê hemû karker û yên bindest bibin yek.”

Di dawiya daxuyaniyê de sloganên ‘Bijî 1’ê Gulanê, bijî sosyalîzm’ hatin berzkirin.

ANHA