Zerîf: Vebijêrkeke me jî vekişandina ji peymana çekên nukleerî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got vekişandina ji peymana qedexekirina çekên nukleerî yek ji vebijêrkên welatê wî ne.

Zerîf: Vebijêrkeke me jî vekişandina ji peymana çekên nukleerî ye
28 nîsan, 2019   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf da zanîn ku vekişandina ji peymana qedexekirina belavkirina çekên nukleerî di nava vebijêrkên li pêşiya Îranê de ne.

Televîzyona fermî ya Îranê li ser zimanê Zerîf wiha got: "Vebijêrkên li pêşiya Komara Îslamê gelek in û hikumeta welêt dê meseleyê nîqaş dike. Vekişandina ji peymana qedexekirina çekên nukleerî yek ji vebijêrkên wan in."

Piştî cezayên Washingtonê yên li ser Tehranê, Zerîf ev daxuyanî da. Her wiha berpirsên Îranê jî didin diyarkirin ku Ewropa nikare plana giştî ya hevpar di hevpeymana nukleerî de pêk bîne.

Duh balyozê Îranê yê Parîsê Behram Qasimî jî got aliyên Ewropayê heta niha nikaribû peymanên xwe der barê hevpeymana nukleerî de pêk bîne, her wiha diyar kir ku gav û tedbîrên Ewropayê ji bo vê mijarê pêwîst e bi lez pêk werin.

 (jo)