Zanyarên olî: Cewherê rasteqîn ê îslamê ew e ku hemû baweriyan qebûl dike

Zanyarên olî yên ku beşdarî Kongreya Civaka Îslama Demokratîk bûn, diyar kir ku cewherê îslama rasteqîn ew e ku hemû mezheb, ol û baweriyan qebûl dike û got "Peyama hemû baweriyan yek e; aştî, hezkirin, biratî û lêborîn e."

Zanyarên olî: Cewherê rasteqîn ê îslamê ew e ku hemû baweriyan qebûl dike
28 nîsan, 2019   06:32
QAMIŞLO – LÎNA CANGÎR – ÎSAM ABDULLAH

Hejmarek zanyarên olî yên ku beşdarî kongreya yekemîn a Civaka Îslama Demokratîk bûbûn ku li bajarokê Rimêlan tê lidarxistin, der barê girîngiya kongreyê de ji ajansa me re axivîn.

Serokê Yekitiya Oldarên Misilman Mihemed Reşîd Xerzanî diyar kir ku armanca yekemîn a kongreyê danasîna îslama rasteqîn, demokrasî, aştî û biratiya di navbera gelan de ye. Xerzanî got: “Berovajî ku komên tundraw ên bi navê îslamê sûc, xirabî û wêrankirin dikirin. Îslama rasteqîn têkiliyên biratiyê di navbera gelan de xurt dike. Îslama rast di Peymana Medîneya Munewera de diyar dibe ya ku li gorî sîstema neteweyê bi rê ve diçe. Di qanûnên wê de hemû pêkhate, mezhebên misilman, xiristiyan û cihû wekî hev in."

Xerzanî destnîşan kir ku ev kongre ya yekemîn e ku li gel rewa şer û wêrankirina li herêmê tê lidarxistin û wiha axivî: "Bi vê kongreya xwe em ê peyama xwe ya wateya durist a îslamê ragihînin. Em ê diyar bikin ku îslam bi wateya xwe ya rasteqîn ew e ku hemû beşên civakê kom bike."

Xerzanî wiha pê de çû: "Peyama me wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo cîhanê ew e ku gelê herêmê temsîla îslama navîn dike, mafên hemû gel, pêkhate, mezheb û baweriyan diparêze. Nirxên jiyana hevbeş û biratiyan gelan diparêze. Hemû ol û baweriyan qebûl dike, hevkariyê di navbera wan de bi pêş dixe."

Mihemed Reşîd Xerzanî di dawiya axaftina xwe de got: "Divê em bajarê xwe biparêzin, di vê dinyayê de ji hev hez bikin, di axretê de her yek ji kar û kiryarên xwe li pêşberî Xwedê berpirsyar e."

Rêvebera Saziya Olî ya Jinan a Dêrikê Munteha Beşîr Hemê jî kongre li hemû gelên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku bi biryarên girîng ku xizmeta civak û jinan bike bi encam bibe. Munteha got: “Ji ber ku mafên jinan di îslama navîn de diyar dibe, ne wekî ku rêxistinên terorîst mîna DAIŞ’ê îdia dike ku wêneya îslamê reş kirine. Jinan wekî kole û sebî hesab dikin."

Munteha anî ziman ku armanca kongreyê ew e ku peyamanê bide cîhanê ku naveroka wê îslama rastîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe.

Munteha Hemê bang li oldaran kir ku di vê qonaxa ku herêm tê re derbas dibe erka xwe pêk bînin û wiha got: “Xizmeta civakê bikin, rê li ber fitneyên komên çete ku rastiya îslamê reş dikin, bigirin.”

(bb)

ANHA