Zerîf: Îsraîl û dewletên erebî dixwazin rejîma Îranê biguherînin

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got Îsraîl û dewletên erebî hewl didin rejîma Îranê biguherînin û DYA’yê bikişînin nav şerekî li dijî Îranê.

Zerîf: Îsraîl û dewletên erebî dixwazin rejîma Îranê biguherînin
27 nîsan, 2019   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf tekez kir ku siyaseta zêdekirina fişaran li ser Îranê, siyaseteke “mehkumî binkeftinê” ye.

Ajansa Tasnîm a Îranê ragihand ku Mihemed Cewad Zerîf li gel kanala Fox News a DYA’yê daxuyand ku Trump armanc nake şer bi Îranê re bike. Her wiha di hemleya xwe ya hilbijartinan de ragihand ku DYA ketiye şerekî din.

Zerîf îşaret pê kir ku şêwirmendê ewlekariya niştîmanî ya Koşka Spî, Îsraîl û dewletên Ereban hewl didin rejîma li Îranê biguherînin û DYA’yê ber bi şerekî leşkerî yê li dijî Îranê ve bikişînin.

Zerîf îdia kir ku serokê DYA’yê Donald Trump dê şerekî bi Îranê re nexwaze.

(fr)