Bi armanca darizandina DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyê kampanyaya îmzeyan dest  pê kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê  ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî  ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Bakurê Sûriy, dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir.

Bi armanca darizandina DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyê kampanyaya îmzeyan dest  pê kir
Bi armanca darizandina DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyê kampanyaya îmzeyan dest  pê kir
Bi armanca darizandina DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyê kampanyaya îmzeyan dest  pê kir
27 nîsan, 2019   09:12
KOBANÊ

Di sala 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê bi alîkariya dagirkeriya dewleta Tirk bi êrîşeke hovane  ketin bajarê Kobanê, hemû cureyên şîdet û îşkenceyê li şêniyan kirin.

Lê piştî berxwedaneke bêhempa ji aliyê welatiyên Kobanê û şervanên YPJ û YPG`ê ve cara yekemîn bû ku çeteyên DAIŞ`ê di Kobanê şikestin, herî dawî jî li gundê Baxozê li Rojhilatê Dêrazorê di aliyê erdnîgarî de têk çûn.

Bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên QSD`ê de hene, ji bo darizandina wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev hefteyek e Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê dest bi pêngava komkirina îmzeyên malbatên şehîdan kiriye û di 2 rojên din de kampanya dê bi dawî bibe.

Ednamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Silêman Silêman der barê mijarê de ev tişt got: "Armanca me ji komkirina îmzeyan ew e ku çeteyên di girtîgehên QSD`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li wir û taybet li ser axa Kobanê bên darizandin, têkçûna DAIŞ`ê ji Kobanê dest pê kir, divê li Kobanê jî dadgehek bê damezirandin."

Silêman diyar kir ku pêngava wan ji Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazor, Kobanê û di nav şêniyên Efrînê yên li Şehbayê de dewam bike, dê dengên malbatên şehîdan kom bikin.

Her wiha endamê rêveberiya meclisê destnîşan kir ku ew ê piştî komkirina îmzeyan, bişînin Saziya Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî. Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir û got: "Em bang li hêzên navneteweyî û NY`ê dikin û dibêjin em parêzvanên mafên mirovan in û di zûtirîn demê de daxwaza me erê bikin û dadgeheke navneteweyî ava bikin."

(hk)

ANHA