ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.04.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.04.2019
27 nîsan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk kongreya xwe ya yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, li navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya ‘Bi zimanê xwe em ê fêr bibin û bi çanda xwe em ê bijîn’ Rêveberiya Dibistanan bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê çalakiyên Mîhrîcana Duyemîn a Dibistanan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên li bajarê Minbicê xwestin dadgeheke navneteweyî bê avakirin da ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku sûcên dermirovî lê kirine, bêne darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê herêma “ewle” a ku Erdogan qal dike red kirin û wiha gotin: “Dewleta Tirk a dagirker rojane li ber çavê me komkujiyan pêktîne û niha jî rojane derdikeve ser ragihandinê û dibêje ‘ez ê herêma ewle li Rojava çekim’. Pêwîstiya me bi herêma ewle tune ye ji ber ku herêmên me ewle ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer Xalid Abdullah bal kişand ku li gorî zagona "mekanê sûc" divê sûdar li cihê ku lê sûc kirine were darizandin û got, Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê  zagonan deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Ferhan Îsa diyar kir ku dijminatiya dewleta Tirk ji gelê Sûriyê re piştî lêkirina dîwarê parçekirinê da ku Efrînê ji xaka Sûriyê qut bikin, careke din diyar dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Bi dirûşmeya ‘Bi rihê şerê gelê şoreşgerî em xwe bi rêxistin bikin û netewa demokratîk pêk bînin’ rêxistina ciwanên PYD‘ê kongreya xwe ya yekemîn li navenda çand û hunerê ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Holê ji ber kombûna ava kanalîzasyonê ya ku ji kampa Holê tê û li nava navçeyê kom dibe, bi gazin in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo di prosesa perwerdeyê de gavên mezin hatin avêtin. Hejmara xwendekarên asta seretayî îsal gihiştin 11 hezar û 520 xwendekarî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA