Li sînorî Xezayê 60 Filistînî birîndar bûn

Di encama gulebarana hêzên Îsraîlê li ser çalakgerên "Meşa Mezin a Vegerê û Rakirina Çemberê" li ser sînorê Xezayê 60 welatiyên Filistînê birîndar bûn.

Li sînorî Xezayê 60 Filistînî birîndar bûn
26 nîsan, 2019   20:33
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku di nav de 12 zarok, 3 xebatkarên tenduristiyê û 2 rojnamevan 60 welatiyên Filistînê ku beşdarî çalakiyên meşa mezin a vegerê û rakirina dorpêçê ya li ser sînorê Xezayê ji ber gulebarana hêzên Îsraîlê birîndar bûn.

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir çalakiyê îro li gorî înê derbasbûyî  mezintir bû û got, artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî çalakgeran ji berê dijwartir kir.

Desteya berpirsyar a meşên li Xeza banga tevlîbûna meşa înê bê kir ku navê "Colan Erebî Sûrî ye" lê kiriye

ANHA