Rûspiyên Minbicê: Divê DAIŞ li herêma ku sûc lê kiriye bê darizandin

Rûspiyên eşîrên li bajarê Minbicê xwest dadgeheke navneteweyî bê avakirin da ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku sûcên dermirovî lê kirine, bêne darizandin.

Rûspiyên Minbicê: Divê DAIŞ li herêma ku sûc lê kiriye bê darizandin
27 nîsan, 2019   04:35
SELWA EBDILREHMAN – MINBIC

Çeteyên DAIŞ`ê di dema dagirkirina xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemû cureyên şîdet û îşkenceyê der heqê şêniyên herêmê de pêk anîn. Piştî şikandina wan, bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di zindanên QSD`ê de hene, ji ber vê yekê rûspiyên eşîrên bajarê Minbicê daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan kir.

Şêx Îbrahîm El-Şilaş ji eşîra El-Binî Seîd ji Minbicê, wiha got: "Em ji fermandariya QSD`ê û civaka navneteweyî dixwazin dadgeheke navneteweyî ava bikin da ku çeteyên li zindanan bêne darizandin û cezayên qanûnî li wan bên birîn."

Her wiha şêx Ebdulrezaq Ismaîl yek ji rûspiyên eşîra El-Demalixê ji bajarê Minbicê li ser sûcên ku çeteyên DAIŞ`ê kirine, wiha got: "Çeteyên DAIŞ`ê fesad li welat belav kirin û gelek şêniyên herêmên kuştin."

Ebdulrezaq Ismaîl da zanîn ku di serdema çeteyên DAIŞ`ê de bajar tarî bû û wiha dewam kir: "Hîna gelek şênî hene, çeteyên DAIŞ`ê ew girtin û çarenûsa wan ne diyar e. DAIŞ`ê jin recim kirin, bêyî sûc mirov ser jê kirin."

Ismaîl li ser rola şervanên QSD`ê di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê û girtina serçeteyên DAIŞ`ê di şerê li gundê Baxozê de axivî û bang li civaka navneteweyê kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan ava bikin.

Der barê mijarê de, şêx Xalid El-Şeblî yek ji rûspiyên eşîra El-Xenayîm wiha got: "Çeteyên DAIŞ`ê jiyan li herêmên ku dagir dikir, tune kir. Sûcên ku ziman nikarin wesif bikin, kirin."

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku QSD`ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, siyasetmedar, rûspiyên eşîran û şêniyên herêmê daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê kir.

(jo)

ANHA