Şandeyeke ji Spanya û Îngilistanê serdana Kobanê kir

Îro şandeyeke ji Spanya û Îngilistanê serdana kantona Kobanê kir da ku tecrubeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji welatên xwe re ragihînin.

Şandeyeke ji Spanya û Îngilistanê serdana Kobanê kir
Şandeyeke ji Spanya û Îngilistanê serdana Kobanê kir
Şandeyeke ji Spanya û Îngilistanê serdana Kobanê kir
Şandeyeke ji Spanya û Îngilistanê serdana Kobanê kir
26 nîsan, 2019   11:09
KOBANÊ

Bi armanca dîtina tecrubeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro şandeyek ji Spanya û Îngilistanê serdana kantona Kobanê kir da ku tecrubeya herêmê ji welatên xwe re parve bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê pêşwaziya şandeyê kir û piştre meclisê tevî şandeyê berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle.

Ciwanekî bi navê Xelef Hindistan ê ji Spanya wiha got: "Ji bo me dîtina Kobanê pir girîng e, ji ber ku bajarekî wekî bajarê Kobanê di cîhanê de bi berxwedana li hember DAIŞ`ê tê naskirin. Dema ku em hatin goristanê û me bi çavê xwe gorên van lehengan dîtin, bi rastî me pir hêz ji wan girt, armanca me jî ji hatina Rojava ew e ku em karibin destekê bidin kesên li vir û xizmeta wan bikin."

Xelef Hindistan di dawiya axaftina xwe de got: "Armanca me ya sereke ew e ku em tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji welatê xwe re ragihînin."

Her wiha ciwaneke bi navê Arîn Istîvins a ji welatê Îngilistanê wiha got: "Bajarê Kobanê ji bo me cihekî pir girîng e, ji ber ku bi têkoşînê tê naskirin, armanca me jî ew e ku em ji Rêvebriya Xweser tecrube bigirin û fêrî berxwedanê bibin û ji welatê xwe re ragihînin. Em ê serdana  saziyên civakî bikin da ku em karibin tecrubeyê ji wan wergirin."

(sn-hk)

ANHA